Bizi takip edin

8 Mart

Ne Zîn, Zîna berê ye ne jî Edûl, Edûla berê ye

->

-> 11

Her derê cîhanê her roj jin ji aliyê mêran ve rastî deste avêtinê, tacîzê, îşkencê û teşhîr kirinê tên. Tên kuştîn û dikin kole. Lê belê dema mirov giştî dinêre mêr ji tiştê aciz nîn in. Hinek rewşan de wekî mijarek hiqûqî-adlî tê dîtin. Lê belê weke pirsgirêkeke civakî a sereke nayê dîtin. Weke têgehek civakî û pirsgirêkek zihniyetê qet û qet nayê dîtin. Dibêjin, pirsgirêkek perwerdehiyê ye û tê piştguh kirin. Lê belê dema mirov îstatîskên lêkolînan dinêre, mêrên perwerde dîtî, zanîngeh qedandî jî mijara şidetê de ciheke sereke digirin! Wê demê mirov dikare bibêje ku, ew mêrên di nav çerxa perwerdeya vê pergalê de derbas dibin jî qeyd û bendên jinê yên koletiyê aciz nîn in.

Heke mirov ji şûna feminizma derdorê pergalê diperpite di avên ne kûr berê xwe bide avên kûr, li gor min mirov dê azadîtir bibe. Tişta mirov dilşad bike, dubarekirinan biguherîne û jiyanek diyarên aram bide jiyan kirin di destê me de ye. Ji bilî vê hemû sazî û kesayetên mêran bi desthilatê avakirî tenê giravên nû yên desthilatê ava dike. Ev girav, ji bo jinan heskirinê dûr in û rêyek ber bi metabûyinê ve diçe derdixe holê. Ji bo çareseriyê divê mirov kesên di çarçoveyen cûda de pirgirêkê dinêre bibîne.

Divê em rabin ser piyan, çember (xelek), qeyd û bendên koledariyê bişkinin û êdi bi piyên xwe bimein. Wekî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje: “Meşeke pir zor û zehmet e, lê belê bêimkan nîn e.” Di PKK’ê de avantaja jinê ya herî mezin, “biryar û îradeya çawa dixwaze bijî di destê wê de” ye. Gelo ev biryar kengî di destê me de bû? Li gor min, mafek wiha di destê kêm jinan de hebû. Mafek wiha kêm caran dihat bîra me. Dibe ku fikra mafek wiha qet nehatiba bîra hinek ji me. Lewre me xwe ji çembera mêrekî avêtiye çembera mêreke din. Me xwest em ji wan çemberan rizgar bibin. Di 40 salên dawî de, jinên kurd dewrek tije avantajên mezin dest xist. Me pergalek jiyanê a ku çemberê derkevin nas kir. Di van 40 salên dawî de Ocalan, perspektîfek nû kurdan û jinên kurdan da nas kirin.

Ocalan, tekoşîna azadiyê, wekî mijara tekoşîna azadiya jinê girt dest. Bi vê refkeksê tekoşîna azadiya jinê vegerand tekoşînê a rêxistinkirî. Ev rêyeke dijwar û dirêj bû. Ocalan ev weke meşa azadiyê binav kir. Yanî meşa ber bi azadiyê ve nîn e, meşa azadiyê! Ev tişt tevgerên netewî yên din de nebû. Azadiya jinê nehat taloq kirin, wekî mijarê dema têde girt dest. Ev ji bo me jinan bû sebeba bilindkirina tekoşînê. Ji ber kû em di “dem”ê de tekoşînê didin. Ango dilşadbûn nedihat taloq kirin. Jinên kurd tekoşînê didin, lewre dilşad in. Li hember hemû êrîşên dixwaze deng û bêhna wan qût bike tekoşînê dimeşînin, tekoşînê bilind dikin. Hizûr û aramiya herî mezin jî ewe ku; devereke wekî rojhilata navîn de ev tekoşîn tê dayîn. Ji ber ku rojhilata navîn rojane di bin êrîşê hovane de ye. Wisa nebûya mekanek wiha de aramî û hizûr dê çawa bihata dest xistin?

Tişta Ocalan taybet û cûda digire, têkiliya wî ya li gel jinê ye. Xizmetê li tekoşîna jinê daye dest pê kirin, dike. Ev tişt ji bo Ocalan derbasdar e, me hemûyan ji rê û rêbazên vê civakê para xwe girtiye. Gava din jî min got: ev ne meşeke hêsan e, meşeke dijwar e. Ligel hemû êş û zehmetiyên vê jiyanê, tu bi amadekariyek mezin dest bi meşê dikî. Êrîşên mêran yên her alî, nêzikatiyên jinê yên koletiyê û çemberên civakê yên ku dixwaze te dorpeç bike, di ser te de tên. Li hember vê Ocalan her tim dibêje, divê jin hêza xwe bawer be. Her tim jinê perwerde dike û li hember wan êrîşan amade dike. Ocalan dema dîl ket jî, ji bo perspektîfên jîna azad digot, “projeye min a nîvco mayî.” Ji ber ku dizanî ku, jinên ku wî perwerde kirî dê berdewam bikin, wi jî perspektîfên xwe berdewam kir. Nîqaşên li gel jînê de her tim dixwest, jin gavekî pêşiya wî be. Gelo kîjan mêr dixwaze jin gavekî pêşiya wî be? Li gor min ev pirseseke pir zor e. Xwestina vê cesaretek pir mezin e. Li hember hemû paşverûtiyên civakê raste rast sekinîn e.

Heke azadiya civakê bê xwestin, azadiya jinê a pêşîn e. Na, heke şûna azadiya civakê, azadiya beşeke civakê bê xwestin, wê demê dê astengî ji bo azadiya jinê bên derxistin. Ev jî cureyeke zorbatiya ya din e. Ocalan, jin li hember zorbetî û paşverûtiyê weke hêzeke dehm kirinê da bicîhkirin. Ev tespîteke di cihê xwe de ye. Jin siyasetê de, civakê de, çandê de, dîplomasiyê de û parastinê de hêzeke sereke ye. Îro li kurdistanê jin bi sekna xwe hevsengiyên siyaseti diguherînin. Dema jin ber xwe bide, civak ber xwe dide. Heke wisa nebe bi însafa mêran ti tişt naguhere.

Jina xwe bawer nebe, di cavaka rojhilata navîn de tu carî tahma azadiyê nas nake. Ev bawerî jî baweriyeke bênaverok û vala nin e. Baweriyeke politîk, bîrdozî (îdeoloji), felsefî, çandî, exlaqî û nirxan hatiye hûnandin e. Tu hêza li hember vê baweriyê bikare bisekine û neyê rê nîn e. (…) Ocalan, tişteke din jî bi civaka kurd daye qezenc kirin: êdî, mêr li hember jinê xwe di xeta azadiyê de berpirsiyar dibîne. Dema jin ber bi azadiyê ve dimeşe; her roj pîvanên xwestekên xwe jî bilind dike. Li hember vê mêr jî mecbûr dimîne xwe biguherîne. (…)

Civaka kurd a guherînên lezgîn çêdibe de rola jinê sereke ye. Jinên kurd, ji bo ku rojane neyên kuştin, îşkence nebînin û nasnameya xwe azad bijîn tekoşîna xwe her tim bilind girtin/mezin kirin. Jina kurd a tune hatî hesibandin, wekî perçeyê gelên din hatî dîtin hatibû tune kirin. Hemû karakterên kurd, li gele Ocalan, ber bi deryayên nû, meneyên nû ve bask vekirin. Ne Zîn, Zîna berê ye ne jî Edûl, Edûla berê ye. Zîn, êdî pey heskiriyê xwe yê mirî re nagirî. Edûl jî namîne benda serkeftinên mêrê xwe yê di şer de. Zîn jî, Edûl jî ji bo rojên azad şer dikin, şervan in, xwe rê dixin, ser piyan in û dimeşin.

Dorşîn Akîf